SerekeSîyasî

Lîga dewletên e’reba opêrasîyona T’irk’îyayêye li Îraqê gunek’ar kirîye

Opêrasîyona T’irk’îyayêye li bakûrê Îraqê, li başûrê K’urdistanê, ya bi me’nîya şer’k’arîya dijî PKK-ê, serbixwetîya Îraqê dit’er’ibîne û normên navnet’ewî t’evlîhev dike.Derheqa wê yekêda qulixdarîya prêssayê, ya lîga dewletên e’reba r’agîhandîye.K’atibê lîga dewletên e’reba Abû Al Gêyt’ opêrasîyona T’irk’îyayêye li wir, ya giva şer’k’arîya dijî PKK-ê, gunek’ar kirîye û gotîye,wekî bi wê yekê T’irk’îya serbixwetîya Îraqê dit’er’ibîne. Nava e’lametîyêda hatîye dîyarkirinê,wekî opêrasîyona t’irka bêyî koordînasîyakirina t’evî h’ukumata Beg’dayê tê mîyaserkirinê û bi wê yekê h’emû mafên navnet’ewî tên t’er’ibandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button