H’emû nûçe

Arsên T’orosyan û Lîn T’rêysî k’arê koronavîrûsêyî niha û kirinên niha gotûbêj kirine

Wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê e’lam dike,wekî Arsên T’orosyan r’astî bayloza ŞAY-ye li Ermenîstanê Lîn T’rêysî, serk’ara mîsîya ajansa ŞAY-ye pêşk’eftina navnet’ewîye li Ermenîstanê, Dêbora Grîzêr û serk’ara berne’ma anegor Astg’îk Grîgoryanê hatîye.Wextê r’asthatinê h’alê nexweşîya koronavîrûsêye niha, stratêcîya wezîreta saxlemîxweykirinê û kirinên nava hevk’arîyêda gotûbêj kirine.Bona hevk’arîya p’ir’sale, Arsên T’orosyan r’azalixî e’lam kirîye û bi hûrgilî h’alê sîyasîya saxlemîxweykirinêye li Ermenîstanê r’aber kirîye. Bi fikira wezîrê saxlemîxweykirnê, h’alê girêdayî koronavîrûsêr’a bûye sedem, ku li qeza h’alê îdarên doxtirîyê bidine başkirinê û t’evî xebatk’arên doxtirîyê dersên hazirkirinê derbazkin. Bayloza ŞAY hevk’arîya t’evî h’ukumata Ermenîstanê, ya nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê, baş qîmet kirîye û daye dîyarkirinê, ku ew hazirin nava pirsa alt’kirina koronavîrûsê piştgirîyê bidine Ermenîstanê. Hatîye dîyarkirinê,wekî ajansa ŞAY-ye pêşk’eftinê bi destî ajansên Organîzeya Net’ewên Yekbûyî têstên pêwîst, dem û dezgehên anegor dane Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button