SerekeSîyasî

Îraqê gazî baylozê T’irk’îyayêyî li Îraqê kirîye

Wezîreta Îraqêye k’arên der r’oja sêşemê baylozê T’irk’îyayê Fetîh Yldiz gazî wezîretê kirîye bona ku xemgînîya xweye girêdayî derbên t’irkaye avîyasîyonr’a, yên li neh’îyên K’urdistanê, e’lamke.Wezîreta T’irk’îyayêye p’arastinê pêşda e’lam kiribû, ku ew opêrasîyonê destpê dike, ya ku giva bona t’unekirina t’abîyên PKK-ye li Sincarê, Avaşînê û Maxmûrê mîyaser dike.Girêdayî van êrîşên T’irk’îyayêr’a, wezîreta Îraqê gazî baylozê T’irk’îyayê kirîye.Fermandarîya Îraêqêye yekbûyî pêşda ew derbên T’irk’îyayê gunek’ar kirin, yên ku bi 18 teyarên t’irka hatine mîyaserkirinê. Fermandara ew opêrasîyon çawa giva ya provokasîyon nav kirîye û e’lam kirîye, wekî T’irk’îyayê derb gîhandine qamp’a mihaciraye li Maxmûrê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button