H’emû nûçe

Wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê qisa bi vîdêoyê t’evî wezîrê Lîtvayêye saxlemîxweykirinê derbaz kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan qisa bi vîdêoyê t’evî wezîrê Lîtvayêyî saxlemîxweykirinê Aûrêlîûs Vêrîga derbaz kirine, t’evî k’îjanê bûne usa jî p’êşekzanên herdu alîya.Hevalk’ara mecalên hevk’arîya dualî gotûbêj kirine, bi t’aybetî ew yek jî wekî r’oja şemîyê ji Lîtvayê k’oma doxtira wê bê Ermenîstanê. Arsên T’orosyan bona piştgirîya ji alîyê Lîtvayêda r’azalixî e’lam kirîye.Wezîr gotîye,wekî nava qewilên derbazkirina cêrge şuxulk’arîyada nexweşîya koronavîrûsê zêde bûye û bo wê yekê jî ew berbir’î hevalk’arên ji welatên başqe dibin.Wezîrê Lîtvayêyî saxlemîxweykirinê guman e’lam kirîye,wekî pêşer’ojêda jî seredanên dualî wê berdewambin.Ewî k’oma wan doxtira r’aber kirîye, yên ku wê bêne Ermenîstanê. Doxtirên nava wê k’omêda hema bi qenckirina koronavîrûsêva mijûl bûne. Bona p’evguhar’tina înformasîyayê, wezîrê Lîtvayêyî saxlemîxweykirinê r’azalixî e’lam kirîye.Em bêjin,wekî k’oma doxtiraye ku ji Lîtvayê wê bê Ermenîstanê, ji h’eyşt doxtiraye, dik’evine nava wê usa jî sê p’êşekzan. Bi wê yekêva t’evayî ewê t’evî xwe cêrge dem û dezgêhên doxtirîyê û têstên dîyagnostîk bînin Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button