
H’ukumata Îraqê h’esab dike,wekî êtapa e’wlin, ya dîyaloga stratêcîye di navbera Bexdayê û Waşîngtonêda, ya açix û pozîtîve. Îraqê daye dîyarkirinê,wekî p’arastina serbixwetîya Îraqê pirsa e’wline girînge.Nava e’lametîya ofîsa serekwezîrê Îraqêda usa jî hatîye gotinê,wekî pirseke h’ukumata Îraqêye girîng jî dijî r’uşetxwerinêye.T’êma dîyalogêye h’îmlî ya di navbera Bexdayê û Waşîngtonêda derheqa pêşer’oja eskerê amêrîkîye li Îraqêdane, çimkî nava vê salêda p’ir’anîya şih’îyên parlamêntêda qirar qebûl kir, ku eskerên bîyanî ji Îraqê bidine derxistinê.