H’emû nûçe

Hevk’arîya t’evî hevalk’arekî em k’îsî p’êwendîyên hevalk’arekî mayîn nakin: wezîrê k’arên der

Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan ew yek îzbat kirîye,wekî K’omara Ermenîstanê, hevk’arîya t’evî hevalk’arekî k’îsî p’êwendîyên hevalk’arekî mayîn nake.Derheqa wê yekêda Zohrab Mnasakanyan wextê civîna parlamêntêye dayîna caba pirsa, gotîye. Parlamêntvan Anî Samsonyanê gotîye,wekî ŞAY bi e’lametîyên dijî çîna pêşda tê, lê Mnasakanyan jî gotîye,wekî ew dik’a qebûlkirina qirarên t’evaîye praktîk têr’a nabîne. Gilî derheqa t’ifaqa navnet’ewîye azaya dînîdane. “T’ifaqa k’ifşkirî mêxanîzma dengdayîna bona qebûlkirina qirarên praktîk têr’a nabîne.Her welatekî wê t’ifaqê, bi bernamên xweva pêşda tê. Ermenîstanê îdî gelek mînak dane k’ifşê,wekî wextê ku ew t’evî hevalk’arekî hevk’arîyê dike, ew wê yekê k’îsî hevalk’arekî mayîn nake. Em t’evî şuxulk’arîyên usa nabin, bi k’îjana hevk’arîya me dikare zyanê bide hevalk’arekî mayîn. Eva prînsîpeke girînge”,- Mnasakanyan gotîye.Em bêjin,wekî 13-ê h’ezîranê Ermenîstan bûye endama t’ifaqa navnet’ewîye azaya Dînî, dik’evine nava k’îjanê 29 welat.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button