SerekeSîyasî

T’irk’îyayê derheqa destpêkirina opêrasîyona li ser têrîtorîya K’urdistana Îraqê e’lam kirîye

17-ê h’ezîranê T’irk’îyayê opêrasîyona berfireye dijî partîzanên PKK-ê, li ser têrîtorîya K’urdistana Îraqê, destpê kirîye.Eskerên t’irk berbi neh’îya H’evtanînê çûne. Avîyasîya wan piştgirîyê dide eskerê li ser e’rdê. Çend r’oj pêşda jî T’irk’îyayê bombebarandin li Qendîlê, Sincarê, Akrê û Maxmûrê mîyaser kirine. Îraqê ev kirinên T’irk’îyayê gunek’ar kirin û bona wê yekê baylozê T’irk’îyayêyî li Bexdayê gazî li wezîreta k’arên der kirin. Enqerê protêsto kir û bang kir ku Enqere gavên wî cûr’eîye provokasîyon newek’ilîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button