H’emû nûçeSereke

“Ez k’urdim û ez bi wê yekê serbilindim” : artîstê fîlma “Faûda”-ê derheqa e’silê xweda

Îdan Amedî çawa artîstê fîlma îsraêlîye “Faûda”-yê bi nav û denge.Artîstê 32-salî li meh’ela k’urdaye li Orşelîmê ji dayîk bûye û bi gotina wî gelek cara derheqa e’silê wîda hatîye bîrê. “Zar’otîyêda min fe’m nedikir ku ew çiîye, lê li dor-berên sûkê min binelîyên Amedîyê, Zaxoyê û Dihokê dîtine. Wextê ku ez mezin bûm, wana derheqa axê û gelê k’urdda minr’a gilî kirine”,- Îdan Amedî gotîye Rûdaw-ê. “Ez k’uda jî her’im, ez dibêjim ku ez k’urdim û ez bi wê yekê serbilindim”,-ewî gotîye. Em bêjin,wekî Amedî ji wan 2OO h’ezar k’urdên cihûye li Îsraêlêye, p’ir’anîya k’îjana li Orşelîmê dijîn.Kalikê wî sala 1926-a ji K’urdistanê çûye Filistînê.Malbeta dayîka wî salên 195O-î çûye Îsraêlê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button