H’emû nûçe

Şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê çawa h’ukumkirina li ser opozîsîyayê divînin:bersiva P’aşînyan

Serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan bersiva e’lametîyên navnet’ewî daye, yên ku girêdayîne qewimandinên van axirîyaye li Ermenîstanêr’a.Ewî gotîye,wekî 3O-î salî Ermenîstanêr’a gotine ku dijî r’uşetxwerinê, fe’şkirina hilbijartina, şer’k’arîyê bikin lê niha jî wextê ku şer’k’arîya r’ast destpê bûye, dibêjin ku bona çi h’ukumî li ser opozîsîyayê dikin. “R’uşetxwerên 3O-î sala, niha bûne opozîsîya.Ew cûr’e başe, ku heger ez opozîsîyame, gerekê t’u tiştî nebêjine min”,- serekwezîr gotîye.17-ê h’ezîranê serokê partîya Avropayêye miletîyê Donald Tûsk mîkrobloga xweye T’wîttêrêda derheqa Ermenîstanêda xeberdaye û daye dîyarkirinê,wekî partîya Avropayêye miletîyê girêdayî cêrge mînakên paşdaçûyîna dêmokratîyayêr’a xemgîne û bangî seroketîya Ermenîstanê kirîye, ku ji h’ukumkirinên hindava opozîsîyayêda paşda bisekinin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button