SerekeSîyasî

Wezîreta Îraqêye k’arên der notayên protêstokirinê dane baylozên T’irk’îyayê û Îranê

Wezîreta Îraqêye k’arên der e’lam kirîye,wekî ewê baylozên T’irk’îyayê û Îranê gazî wezîretê kirine bona ku notayên protêstokirinê bidine wan, çimkî herdö dewletên cînar bombebarandinên ji hewê, yên li ser e’rdê dane zêdekirinê. Nava h’evtêkêda eva îdî cara dudaye, wekî h’ukumata Îraqê gazî baylozê T’irk’îyayê Fetîh Yildiz dike û e’şaretîyê dide wî. Beg’dayê opêrasyîona T’irk’îyayê çawa gava provokasîyon û t’er’ibandina serbestîya Îraqê nav kirîye.H’ukumata Beg’dayê bangî Enqerê kirîye ku hêzên xweye agrêsîv ji Îraqê derxin.Nava e’lmetîyêda usa jî hatîye gotinê,wekî T’irk’îya bona t’unebûna qewînkirina bêqezîyabûnêye li ser sînor cabdare.Hatîye gotinê,wekî Îraq de’wa qanûnî dike û mafê wê heye, ku h’emû mecala bide xebatê, bi saya k’îjana ewê serbestî û bêqezîyabûna cime’ta xwe bip’arêze. Îraq bi e’lametîya wî cûr’eyîva berbir’î şêwira Organîzeya Net’ewên Yekbûyîye bêqezîyabûnê û t’eşkîletên navnet’ewîye mayîn bûye.Wezîreta Îraqêye k’arên der usa jî protêstokirin t’eslîmî baylozê Îranê kirîye, çimkî Îranê gundên Herêma K’urdistanê dane ber t’opa.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button