SerekeSîyasî

Yektîya Mîrtîyên e’reba kirinên T’irk’îyayê û Îranêye li Îraqê gunek’ar kirîye

Yektîya Mîrtîyên E’reba kirinên Îranê û T’irk’îyayêye leşkerîye li Îraqê gunek’ar kirîye, yên ku neh’îyên k’urdaye li bakûrê Îraqê t’opbaran dikin. Yektîya Mîrtîyên e’reba ev yek h’esab kirîye çawa t’er’ibandina serbestîya welatê e’rebayî dost û t’er’ibandina mafên navnet’ewî. R’oja çarşemê hatibû r’agîhandinê,wekî artîlêrîya Îranê gundê provînsîya Hewlêrê daye ber t’opa.Pêşda jî wezîreta T’irk’îyayêye p’arastinê derheqa destpêkirina opêrasîyona leşkerîye dijî PKK-ê e’lam kirîye, ya li ser têrîtorîya herêmêye H’evtanînê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button