H’emû nûçe

Ji Çînistanê careke mayîn alîk’arîya doxtirîyêye mezin hatîye stendinê

Bi teyara mexsûs, 2O-ê h’ezîranê ji Çînistanê alîk’arîya doxtirîyêye mezin ji Çînistanê hatîye Ermenîstanê.Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda daye dîyarkirinê,wekî ji Çînistanê aparatên hewê, dezghên guhar’tina hewa p’işika û cêrge dem û dezgehên mayîn, k’incên xwep’arastinê, têstên koronavîrûsê û dîsa tiştên mayîn hatine stendinê. “P’ir’anîya wî barî k’îsî mecalên Ermenîstanê hatine destanînê”,-Tîgran Avînyan gotîye.Em bîr bînin,wekî eva p’ara alîk’arîyêye çaraye, ya ku ji Çînistanê tê.Nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê gelek welata destê alîk’arîyê dirêjî Ermenîstanê kirine. Dem û dezgehên doxtirîyêye pêwîst ji R’ûsîyayê, Polonîyayê, Sêrbîyayê hatine stendinê. K’omên doxtiraye ji Fransîyayê û Lîtvayê hatine Ermenîstanê.Hîvîyêne, wekî ji R’ûsîyayê wê dîsa ji 5O-yî zêdtir doxtir bên Ermenîstanê û meremê Gurcistanê jî heye doxtira bişînine Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button