Bi k’ifşkirina r’oja mihacira, serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî careke mayîn e’lam kirîye,wekî h’ukumata wî piştgirîyê dide mihacira û pêr’a jî bangî civaka navnet’ewî kirîye, ku alî bikin bo ku mihacir paşda veger’ine cî û warên xwe. “K’urdistan bona mihacira cîyê bêqezîyaye û ewê dîsa piştgirîyê bidine mîlîon û sed h’ezar mihacira, yên ku ji Îraqê û Sûrîyayê hatine li vir”,-Barzanîyê serekwezîr gotîye. “Feqet em bînin bîra dinîyayê wekî bona paşdaçûyîna bêqezîya, piştgirîya navnet’ewî pêwîste”,-ewî gotîye.Anegorî h’esabên merk’eza h’ukumata herêmêye krîzîsê, li Herêma K’urdistanê niha nêzîkî mîlîonek 65 h’ezar mihacir hene. H’ukumata Herêmê her meh 78 mîlîon dolara xerc dike, ku alîk’arîyê bide mîlîonek sed h’ezar merivî.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - HSD ê 38 çekdarên DAIŞ ê li bajarê Hesekê girtin22.04.2024, 18:30