SerekeSîyasî

Me’srûr Barzanî: em hazirin t’evî Bexdayê bighîjine hevr’aqayîlbûnê

Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî r’oja duşemê civîna h’ukumatê derbaz kirîye, wextê k’îjanê hevr’axeberdanên van axirîyaye t’evî h’ukumata fêdêral hatine gotûbêjkirinê. Anegorî têk’sta ku hatîye xwendinê, Barzanîyê serekwezîr ew yek îzbat kirîye, ku h’ukumata wî hazire nava doranên konstîtûsîya Îraqêda h’elkirina pirsgirêka bibîne. “Girêdayî vê yekêr’a kabînêta wezîra qayîl bûye, ku dêlêgasîya h’ukumatêye derecebilind bi serk’arîya cîgirê serekwezîr Qubat T’elebanî r’oja sêşemê veger’e Bexdayê”,- nava e’lametîya h’ukumatêda hatîye gotinê. Serkwezîr usa jî îzbat kirîye,wekî h’ukumata wî hazire borcdarîyên xwe dewsa mafên K’urdistanêye konstîtûsîyon û fînansî biqedîne.Ewî daye dîyarkirinê,wekî girînge bighîjine hevr’aqayîlbûna t’evayî, ya ku wê maf û borcdarîyên Hewlêrê û usa jî yên Bexdayê bona berjewandîyên wana qulixkin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button