SerekeSîyasî

Nêç’îrvan Barzanî: we’de bona fe’mdarîya t’omerî û zelalkirina h’emû pirsa hatîye

Serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî hevr’axeberdanên t’evî nevsên îraqîye r’esmî û alîyên sîyasîye nava doranên hevdîtinên li Bexdayê, şirove kirîye.E’lametîya Nêç’îrvan Barzanî li ser malp’er’a serokê K’urdistanêye r’esmî hatîye belavkirinê. “Bona me h’emûya h’elkirinek heye, pirsgirêkên Îraqê û K’urdistanê, yên ku pirsgirêkên h’emû îraqîyane.Paşdaçûyîna li ser pirsgirêkên berê wê bona t’u alîkî k’arê nede.Niha h’emû îraqîyar’a lazime ku bighîjine hevr’aqayîlbûna t’omerî, ya bona h’emû alîya heq, qewîn”,-nava e’lametîyêda hatîye gotinê. Nêç’îrvan Barzanî daye dîyarkirinê,wekî K’urdistan hazire h’emû pirsên hevr’aqayîlnekirî t’evî h’ukumata fêdêral bide h’elkirinê, lê li ser h’îmê konstîtûsîyayê û anegorî sîstêma fêdêral.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button