
Li Bexdayê dêlêgasîya h’ukumata Herêma K’urdistanêye bi serk’arîya cîgirê serekwezîrê K’urdistanê Qubad T’elebanî r’astî serekwezîrê Îraqê Mistefa K’azimî hatîye.Serokê h’ukumata Îraqê piştî r’asthatinê e’lam kirîye,wekî hevr’axeberdanên di navbera h’ukumatên Hewlêrê û Bexdayê wê berdewabin.Wextê r’asthatinê hatîye qirarkirinê, ku hevr’axeberdana bidine aktîvkirinê, bo ku bighîjine qayîlîyê, ya ku wê anegorî berjewandîyên h’ukumatên Bexdayê û Hewlêrêbe û pêr’a jî hatîye gotinê,wekî nava van r’ojên nêzîkda hevr’axeberdanê berdewambin.