SerekeSîyasî

K’urdên Sûrîyayê hîvî ji ŞAY kirine ku wana ji sanksîya azakin

Hevr’axeberdanên bona hildana sanksîyayên êkonomîkî, yên di navbera k’urdên Sûrîyayê û ŞAY-da 22-ê h’ezîranê destpê bûne.Seroketîya neh’îyên k’urdaye li bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê t’evî koalîsîyona navnet’ewî k’etîye nava dîyalogê.Wek’îlên k’urda hîvî kirine ku sanksîyayên amêrîkî ji ser wan hildin. “Amêrîkîya gotine me, wekî wê sanksîyayên li ser admînîstrasîya me bidine hildanê”,-cîgirê serokê admînîstrasîya k’urdaye cî Bediran K’urd gotîye.Ewî serda zêde kirîye,wekî mêxanîzma hildana sanksîya t’evî koalîsîyona navnet’ewî tê gotûbêjkirinê. Sanksîyayên amêrîkîye nû qîmetê p’erê Sûrîyayê êxistin, bi k’îjana k’urda jî ariş-vêriş dikirin.R’ûê wê yekêda bahê eşîya giran bûye, lê sînorê t’evî Îraqê jî girtîye.Wek’îlê ŞAY nexwestîye derheqa vê yekêda şirovekirinê bide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button