SerekeSîyasî

Asamblêya Sûrîya Dêmokratîk: bêdengîya civaka navnet’ewî xirabk’arîyên T’irk’îyayê dide aktîvkirinê

Asamblêya Sûrîya Dêmokratîk, e’lametîk belav kirîye, ya ku derheqa wan hersê jinên kuştîdane, yên ku ji alîyê aparatên t’irkaye bêpîlotda jîyana xwe ji dest dane. “Em, endamên asamblêya Sûrîya Dêmokratîk, serxweşîyê didine malên şih’îda û birîndarar’a qencbûna lez dixwezin.Em vê yekê gunek’ar dikin.Em îzbat dikin,wekî ev xirabk’arî girêdaîye hema wan xirabk’arîyava, yên ku ji alîyê r’êjîma Enqerêda, ji Herêma K’urdistanê destpêkirî h’etanî bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê, Lîbîyayê û Yêmênê, usa jî cîyên mayîn tên mîyaserkirinê.Enqere hazir dibe pr’ojeya xweye sîyasîye tarî, ya bi navê “Împêratorîya osmanîye nû” mîyaserke.Civaka navnet’ewî hindava van xirabk’arîyên T’irk’îyayê bêdenge û bo wê yekê jî T’irk’îya xirabk’arîyên nû dide aktîvkirinê”,- nava e’lametîyêda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button