SerekeSîyasî

Mazlûm E’bdî: T’irk’îya qet’ilkirinên dijî k’urda berdewam dike

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk, gênêral Mazlûm E’bdî r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda şirovekirina derheqa kuştina sê jinaye li K’obanê daye.Em bidine dîyarkirinê,wekî ew yek nava encamên êrîşa aparata t’irkaye bêpîlotda qewimîye. Mazlûm E’bdî gotîye:”T’irk’îya dîsa mafê navnet’ewî û qayîlnivîsara ji 17-ê cotmehê û 22-ê cotmehê dit’er’ibîne, ya ku ji alîyê cîgirê serokê ŞAY-î Mayk Pêns û serokê R’ûsîyayê Vladîmîr Pûtînda hatibû hazirkirinê. Anegorî vê qayîlnivîsarê têr’a dihate dîtinê, ku T’irk’îya agrêsîya dijî herêmên me bida sekinandinê”.E’bdî usa jî gotîye,wekî sekinandina t’er’ibandinên ji alîyê t’irkada û sîyasîya paqijkirinên êt’nîkî, nava doranên qayîlnivîsarên meha cotmehêda borcdarîyên ŞAY û R’ûsîyayêne. Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk gotîye: “Kuştina jina, ya pêşîya salveger’a k’omkujîya DAÎŞ-ye sala 2O15-a, nava encamên k’îjanêda 271 meriv hatine kuştinê, berdewama qet’ilkirinên k’urdaye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button