Qanûna derheqa r’êforma bona dayîna mi’aşê, pênsîyayê û alîk’arîyê wê ji dudê tîrmehêda bixebite. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Omêd Xoşnav gotîye.Meha çileda parlamênta K’urdistanê qanûna derheqa r’êformêda bi yekdengî qebûl kir.Omêd Xoşnav gotîye,wekî bi saya vê qanûnê nava şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinêda wê pêşk’eftin hebe, û bo wê yekê jî lazime ku parlamênt civînên xwe destpêke ku dîna xwe bide gavên r’êformê.Em bêjin,wekî parlamênta K’urdistanê du h’evtê pêşda xebata xwe da sekinandinê, çimkî analîzên parlamêntvanekî û çend xebatk’arên li wir, nexweşîya koronavîrûsê îzbat kiribûn. Ewî usa jî gotîye,wekî destpêbûna xebata parlamêntê wê alî gotûbêjkirinên pirsgirêkên li ser têrîtorîyayên k’urdaye bin serk’arîkirina Bexdayêda bike.
Gotarên eynî
Têkilîyên Hindistanê Bakûyê û Yêrêvanê re baş in, lê di warê hinardekirina berhemên xwe de girîngîyê dide
29.04.2024, 18:30
Êrîşên li ser Arsaxê, kuştin, îşkenceya hêzên ewlehîyê: rapora wezîreta derve ya Amêrîkayê li ser Adirbêcanê
29.04.2024, 17:35
Leşkerên baregeha Rûsîyayê ya Ermenîstanê ku li Qerebaxê wezîfedar bûn, dişînine Ûkraînayê
29.04.2024, 16:40
Herwiha kontr’ol bike
Close