SerekeSîyasî

T’irk’îya dice’dîne k’omkujîya k’urda mîyaserke:fermandarê hêzên p’arastina gel

Fermandarê hêzên p’arastina gel Mûrad K’araylan yê baskekî PKK-ê, derheqa qewimandinên r’oja îroyîne li r’ohilatê T’irk’îyayê û li neh’îyên k’urdaye li welatên cînar xeberdaye.Wextê axavtina xwe ewî gotîye,wekî dewleta t’irka dice’dîne ku k’omkujîya k’urda mîyaserke. Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî stratêcîya T’irk’îyayêye veşartî heye ku ew împêratorîya osmanî bide dasekinandinê. Mûrad Karaylan usa jî daye dîyarkirnê,wekî li wan neh’îyên ku DAÎŞ-ê dijî êzdîyên Îraqê k’omkujî mîyaser kirin, r’oja îroyîn teyarên t’irkaye leşkerî wan cîya bombebaran dikin.Ewî usa jî bangî tûrîstên ji Avropayê, R’ûsîyayê kirîye ku neyêne T’irk’îyayê, çimkî Enqere dijî cime’ta K’urdistanê k’omkujîyê mîyaser dike. “P’erên ku tûrîst li T’irk’îyayê xerc dikin, dibine fişek yên ku dijî cime’ta k’urd tên agirkirinê. Bo wê yekê jî ew gerekê neyêne T’irk’îyayê”,-K’araylan gotîye.Ewî usa jî e’şaretî daye,wekî T’irk’îya bona opêrasîyonên leşkerîye aktîve, bo wê yekê jî bona tûrîsta ew cî bêqezîya nîne. “Ez nabêjim, ku emê zyanê bidine tûrîsta, lê li vir şer’e.Heger tûrîst bik’evine nava zona opêrasîyonên şêr’ û zirarêk’evin, em nikarin wê cabdarîyê hildine ser xwe.Ev welata t’evî cime’ta me nava şêr’dane û em bi qanûnî ber xwe didin”,-K’araylan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button