SerekeSîyasî

Admînîstrasîya avtonom bangî R’ûsîyayê û ŞAY-î kirîye ku t’abîya xweye konkrêt bidine k’ifşê

Admînîstrasîya avtonome li bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê e’lametî belav kirîye girêdayî êrîşên dewleta T’irk’îyayêr’a û usa jî êrîşa dawîr’a, ya li gundê Xalîncê, nava encamên k’îjanêda sê jin hatine kuştinê. “Êvara 23-ê h’ezîranê dewleta t’irka bi alîk’arîya aparata bêpîlot êrîş birîye li ser maleke li gundê Xalîncê, ya nêzîkî K’obanê.Nava encamên wê yekêda sê jin hatine kuştinê û çend meriv jî birîndar bûne.Ev êrîş beşeke wan êrîşaye, yên ku dijî cime’ta mene û t’er’ibandina h’emû p’evk’etinane, yên ku di navbera R’ûsîyayê, Amêrîkayê û dewleta t’irkada hatibûne destanînê. Dewleta t’irka usa jî êrîşê dibe li ser binelîyên e’dile li K’urdistana başûr.Bi vê êrîşê meremê dewleta t’irka eşkere dibe, ya ku derheqa binelîyên e’dilda nafikire, bi t’aybetî hema wî çaxî, wextê ku r’ûê koronavîrûsêda opêrasîyonên leşkerî gerekê bêne sekinandinê.Admînîstrasîya avtonome li bakûr-r’ohialtê Sûrîyayê ev êrîşên bi dijminatîyê gunek’ar dike,wextê k’îjana binelîyên e’dil tên kuştinê.Em bangî R’ûsîyayê, ŞAY û Organîzeya Net’ewên Yekbûyî dikin ku hindava van êrîşada t’abîya konkrêt bidine k’ifşê.Em usa jî bangî cime’ta bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê dikin ku bi dêmonstrasîyayên xwe dijî agrêsîya t’irka derk’evin.Em serxweşîyê didine malbtên şih’îdk’tîya”,-nava e’lametîya admînîstrasîya avtonomda hatîye gotinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button