SerekeSîyasî

Baylozê T’irk’îyayêyî li Avstrîyaê gazî wezîreta Avstrîyaêye k’arên der kirine, girêdayî êrîşa dijî k’urdar’a

Baylozê T’irk’îyayêyî li Vîyênayê gazî wezîreta Avstrîyayêye k’arên der kirine. Bi fikira wezîreta Avstrîyayêye k’arên der, baylozê T’irk’îyayê bona bêt’erbyetîyên cahilên t’irkaye wextê meşa k’urdaye 24-ê h’ezîranê, cabdare.Wezîret h’esab dike,wekî baylozxana T’irk’îyayê dikare h’ukumî li ser p’evçûyînên li der bike û alî wê yekê bike, ku konflîkt t’unebin. “Emê îzinê nedin, ku konflîkt ji T’irk’îyayê derbazî Avstrîyayêbin”,- nava e’lametîya wzîreta k’arên derda hatîye gotinê. “Emê îzinê nedin, ku konflîktên ji T’irk’îyayê derbazî Avstrîyayêbin û wana nava bajar’ê meda t’eşkîlkin”,- kanslêrê Avstrîyayê Sêbastîyan Kûrs gotîye.Em bîr bînin,wekî pêşda, li p’ayt’xta Avstrîyayê-Vîênayê aktîvîstên t’irka êrîş birine li ser t’evbûên meşa k’urda, yên ku bona mafên jina pêşda dihatin.Wextê wê p’evçûyînê pênc xebatk’arên polîsîyayê birîndar bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button