H’emû nûçe

K’îsî çi sîlih’ên ermenî dikarin sûka navnet’ewîda bik’evine nava konkûrênsîyayê

Bi gotina p’êşekzanê leşkerî Davît’ Harût’yûnov, pêşda hatibû e’lamkirinê,wekî alîyê senaya cûr’ên sîlih’ada Ermenîstan xebatên aktîv mîyaser dike û nenihêr’î wê yekê,wekî mînavêj nak’evine nava cêrga cûr’ên sîlih’aye çetin, lê komplêk’sa senaya leşkerî niha bernamên başqe hazir dike, yên ku girêdaîyne serk’arîkirina dem û dezgên têxnîkî û senaya sîstêmên r’adîoêlêktronîr’a. “Ev beşa sîlih’a dikare diha bi pêrspêktîva mezinbe û k’emala wêye stratêcî hebe, ne ku be’sa derheqa mînavêjada”,-p’êşekzanê leşkerî gotîye.Bi gotina Davît’ Harût’yûnov mecala Ermenîstanêye niha t’une ku senaya sîlih’ên giran pêşda bik’işîne, bona çi berê e’wlin matêrîyalên anegor lazimin, anîna k’îjana gelekî bihaye.Xêncî wê yekê qewata senayêye pêwîst lazime. Bi gotina p’êşekzan, hinek welatên pêşk’eftî jî bi xwe nikarin sîstêmên here giran çêkin. “Bo wê yekê jî komplêk’sa ermenîye leşkerî gerekê bona xwe progiramê hazirke, nava k’îjanêda wê bikaribe r’êsûrsên xweye kadira û matêrîyalî bide xebatê”,-p’êşekzanê leşkerî gotîye.Bi gotina p’êşekzan, li sûka navnet’ewî hinek cûr’ên sîlih’ên ermenî dikarin bik’evine nava konkûrênsîyayê, çimkî nava vê pirsêda çêkirin û bahê çêkirinê dikarin bi hevr’a bibine yek, nenihêr’î wê yekê,wekî sûkêda konkûrênsîya diha agrêsîv heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button