SerekeSîyasî

“Heger Îraq jî bixweze nikare statûsa K’urdistanê bide hildanê”

Konsûltantê h’iqûqî, yê parlamênta Herêm K’urdistanê Weydî Mîzûrî gotîye,wekî h’ukumata Îraqê nikare statûsa Herêma K’urdistnê bide hildanê, heger ew bixweze jî çimkî anegorî qanûnê ew yek nabe, çimkî statûsa K’urdistanê bi konstîtûsîyayê tê gar’antîyakirinê. Mîzûrî daye dîyarkirinê, wekî t’opraxa K’urdistanê xweya statûsa sîyasî û mafe û sekinandina wê bi qanûnê tiştê bûyînê nîne. “Statûsa Herêma K’urdistanê h’etanî nivîsara konstîtûsîya Îraqê jî hebûye, lê paşê ew jî k’etîye nava konstîtûsîyayê. Heger ew bixwezin statûsa K’urdistanê bidine hildanê, gerekê gelek xalên konstîtûsîyayê bidine guhar’tinê, lê ew yek tiştê bûyînê nîne”,-Mîzûrî gotîye. Bi gotina wî, konstîtûsîya Îraqêda, xala 142-da derheqa statûsêda tê gotinê. Bona guhar’tina statûsa herêma avtonom, parlamênt komîsîyayê hazir dike û nava çar mehada li herêmê r’êfêrêndûm derbaz dibe. Heger du-sêanîya cime’ta herêmê dengê xwe bide hildana statûsê, wî çaxî ew statûs bi qebûlkirina parlamantê tê hildanê, lê heger du-sêanîya cime’tê wê yekê înk’arke, ew nayê guhar’tinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button