H’emû nûçe

Hevaltîya Nûbar Afêyan ya bi navê Modêr’na ji wan hevaltîyên pêşe, yên ku bi çêkirina dermanê dijî koronavîrûsê mijûl dibin

Ulmdarê t’eşkîleta h’emdinîyayêye saxlemîxweykirine Sûmîya Svamînat’a gotîye,wekî nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê, bona çêkirina dermanê dijî wê, k’îjan hevaltî yên pêşin.Çawa ku ajansa R’oyt’êrsê nivîsîye, dik’evine nava wê navnîşê pêşda hevaltîya brîtanîye Astra Zeneca-ê û hevaltîya Modêr’nayêye li K’êmbrîcê, h’îmdarê k’îjanê ermenîyê amêrîkî Nûbar Afêyane.Vak’sîna ku t’evî p’êşekzanên zankoya Ok’sfordê, ya ji alîyê hevaltîya brîtanîda hazirkirî, niha nava cêr’ibandinên berfirer’a derbaz dibe.Svamînat’a gotîye,wekî vak’sîna ji alîyê Modêr’nayêda çêkirî paş namîne û wê nîveka meha h’evtada etapa cêr’ibandinaye duemr’a derbazbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button