Meremê seroketîya Avstrîyayê heye bidine zelalkirinê ku k’î li piş p’evçûyînên t’irka û k’urdaye li Vîênayê sekinîye. Derheqa wê yekêda wezîrê Avstrîyayêyî k’arên hundur’ Kar’l Nêhamêr gotîye. “Tiştê îzinnedayînêye ku konflîktên t’irka li ser têrîtorîya Avstrîyayê biqewimin”,- ewî gotîye. Bi wê yekêva t’evayî wezîreta T’irk’îyayêye k’arên der e’lam kirîye,wekî k’urdên ku t’evî p’evçûyîna bûne, k’omên têr’orîstava girêdayîne û seroketîya Avstrîyayê gunek’ar kirîye,wekî ç’e’vê xwe li ser propaganda têr’orîzmê digrin.Xêncî wê yekê T’irk’îyayê paşda gazî baylozê xweyî li Avstrîyayê kirîye. Anegorî înformasîya Associated Press-ê, miletçîyên t’irk h’evtîya derbazbûyî êrîş birine li ser k’urda. Bi gotina polîsîya Avstrîyayê hinek t’evbûyên wê yekê jêstên t’eşkîleta t’irkaye “Gurên gewir” dane k’ifşê. Cêyk Hanrahanê r’ojne’mevan gotîye,wekî li cem endamên “Gurên gewir” k’êr hebûne û usa jî vîdêo jî hene,wekî ew çawa avaya dişewitînin.
Gotarên eynî
Mixabin, dijî paqijkirinên êtnîkîye li Qerebaxê, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî dijî Adirbêcanê berkbûn neda kifşê: Mênêndêsê sênator
19.04.2024, 12:50
Komîsîya Avropayê wê piştgirîya 15 mîlyon yûro bide Ermenîstanê: qayîlnivîsara nû ya bona dîsa 15 mîlyon yûro têra tê dîtinê
19.04.2024, 11:45
Dîna Tîtûsê wextê gotûbêjkirina Kongrêsa Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî wê dokûmênta derheqa sanksîyayên dijî Adirbêcanê raber bike
19.04.2024, 10:40
Herwiha kontr’ol bike
Close - “Yêrêvan xeber dide” 18.04. 202418.04.2024, 19:00