H’emû nûçe

Nava beşên eskerên Ermenîstanêda t’eşkîldarîyên bona bilindkirina dereca hazirîya şer’k’arîyê hatine derbazkirinê

Fermandarê p’areskerê duda, A. Harût’yûnyan 26-ê h’ezîranê li t’abîyên leşkerî qesidîye û cîda nasîya xwe daye h’alê opêratîv û xebatên înjênêrîyêye li ser xeta pêşin mîyasekirî. Qewilên nobedarîya leşkerî, t’abî, dereca hazirîya şer’k’arîyê û h’alê moralî-p’isîxolocî hatine kontrolkirinê. Fermandar t’evî leşkera qise kirîye û t’eslîmkirinên anegor dane. Hatîye r’agîhandinê,wekî 26-ê h’ezîranê li p’areskerekî çara, t’e’lîmên agirkirina hatine derbazkirinê. Serk’arê îdara qulixdarîya ştaba sereke A. Pêtrosyan û endamên komîsîyayê ji 23-a h’etanî 26-ê h’ezîranê li polîsîya leşkerî kontrolkirin derbaz kirine. Kontrolkirin usa jî li ûnîvêrsîtêtên avîyasîya leşkerî hatine derbazkirinê.Li p’areskerên başqe jî cêrge t’eşkîldarîyên wî cûr’eyî hatine mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button