H’emû nûçe

P’aşînyan r’azîbûn e’lamî Îtalîyayê, Lîtvayê, R’ûsîyayê û Fransîyayê kirîye bona wê yekê wekî wan welata p’êşekzanên xwe şandin bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê

Em r’azîbûnê e’lamî h’ukumatên Lîtvayê, Îtalîyayê dikin bona mîsîyayên doxtiraye hûmanîtarîye li Ermenîstanê.Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr T’wîttêrêda nivîsîye. “Em r’azalixîyê e’lamî dîyaspora xwe, Fransîyayê û R’ûsîyayê dikin bona piştgirîya nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê”,-Nîkol P’aşînyan nivîsîye.Em bêjin,wekî r’oja şemîyê k’omeke ji 11 doxtira hatîye Yêrêvanê, ku piştgirîyê bidine hevalk’arên xweye ermenî.Ji 23-ê h’ezîranê k’oma doxtira ji Lîtvayê hatîye Ermenîstanê, ya ku ji 11 merivaye, lê ji 24-ê h’ezîranê k’oma dueme ji 11 doxtira hate Ermenîstanê.H’evtîya derbazbûyî 5O-î doxtir û p’êşekzanên ji R’ûsîyayê hatine Ermenîstanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button