H’emû nûçe
Li Ermenîstanê nava r’ojekêda li cem 523 merivî nexweşîya koronavîrûsê îzbat bûye û gihîştîye 26 065 merivî
Em bêjin, wekî nava r’oja dawîda hejmara nexweşên bi koronavîrûsê li Ermenîstnê bi 523 merivîva zêde bûye û gihîştîye 26 065 merivî. Derheqa wê yekêda ji merk’eza îzinnedayîn û kontrolkirina nexweşîya r’agîhandine.Anegorî me’lûmetîyên stendî, niha 10 900 merv qenc dibin, 113 665 têst hatine kirinê, 14 563 meriv qenc bûne.H’etanî niha 453 meriv wefat bûne.Anegorî h’esabên 3O-ê h’ezîranê, li Ermenîstanê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê gihîştîye 25 542 merivî.