H’emû nûçe

Mnasakanyan û Mamêdyarov derheqa çida xeberdane?: wezîreta k’arên der e’lametî belav kirîye

Wextê vîdêokonfêransa wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye k’arên der Zohrab Mnasakanyan û Êlmar Mamêdyarov, Mnasakanyanê wezîr derheqa îzinnedayîna e’lametîyên agrêsîve ji alîyê Adirbêcanêda belavkirî û neçêkirinê daye dîyarkirinê.Mnasakanyan gotîye,wekî e’lametîyên wî cûr’eyî zyanê didine atmosifêra şuxulk’arîya e’dil û bona mîyaserkirina hazirkirina cime’taye bo aşîtîyê dijwarîya pêşda tînin.Wextê r’asthatinê xeberdan derheqa hevdîtinên r’û bi r’û û mecalên seredana h’emsediraye li r’êgîyonê çûye.Bi wê yekêva t’evayî hatîye dîyarkirinê, ku meha tê vîdêokonfêransên vî cûr’eyî derbazkin.Em bîr bînin,wekî vîdêokonfêransa wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye k’arên der bi t’evbûna h’emsedirên k’oma Mînskê û wek’îlê sedirê organîzeya Hevk’arî û Bêqezîyabûna Avropayê derbaz bûye.Wextê vîdêokonfêransê usa jî derheqa h’alê ji nexweşîya koronavîrûsêda pêşdahatîda hatîye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button