Êvara sêşemê aparata t’irkaye ce’sûsîyêye bêpîlot li ser hidûdê Herêma K’urdistanê jorda hatîye xwerê. Wextê qisa t’evî BasNews-ê, wek’îlê fermî Zeravan Mûsa, yê admînîstrasîya bajar’ê Darkarê, daye zelalkirinê,wekî aparata bêpîlot li gundê Dêrêyî li neh’îya Zaxoyê k’etîye. Me’nîya k’etina aparata bêpîlot nehatîye zelalkirinê. Bi gotina wî, r’ûê wê yekêda agir dor-berên gund k’etîye.”Teyarên t’irkaye leşkerî gund dane ber gula û r’ûê wê yekêda t’evlîhevbûn k’etîye nava cime’tê”,-Zeravan Mûsa gotîye.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close