H’emû nûçe

Bi saya Yektîya Aropayê û t’eşkîleta h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinê deh h’ezar têstên bona koronavîrûsê gihîştine Ermenîstanê

Bi saya Yektîya Aropayê û t’eşkîleta h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinê deh h’ezar têstên bona koronavîrûsê gihîştine Ermenîstanê, bona ku piştgirîyê bidine Ermenîstanê. Ev têst bi meremê piştgirîyê hatine destanînê û ew yekê îzinê bide welatîya ku belaş dîyagnostîka meriva bikin.Ev nêzîkbûn anegorî pêşnîyarên t’eşkîleta h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinêye bona ku merivên şikber we’deda bêne têstkirinê û we’deda wê nexweşîyê bibînin û belavbûna wê kontrolkin.Ev cûr’ên têsta îzinê didin ku nava 75 deqada caba r’ast bistînin. Bi saya vê yekê him we’dê doxtira û him jî ênêrgîya wan tên êkonomîkirinê û nava r’ojekêda diha gelek meriv tên têstkirinê. Bi meremê stendina têsta, wek’îlên dêlêgasîya Yektîya Avropayêye li Ermenîstanê çûbûne merk’eza wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinêye kontrolkirina nexweşîya. Baylozê Yektîya Avropyayê û wek’îlê t’eşkîleta h’emdinîyayêye saxlemîxweykirinê têst t’eslîmî wezîreta Ermenîstanêye saxlemîxweykirinê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button