H’emû nûçe

Ermenîstan nava doranên forûma “Nisileta wekehevtîyê”-da bûye welatê koalîsîya bi navê “T’êknolocî û modêrnîzasîya”-ye pêş

Ermenîstan nava doranên forûma “Nisileta wekehevtîyê”-da bûye welatê koalîsîya bi navê “T’êknolocî û modêrnîzasîya”-ye pêş.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye k’arên der r’agîhandine.Forûma bi navê “Nisileta wekehevtîyê” bin bandora Organîzeya Net’ewên Yekbûyîda dişuxule.Ew usa jî bi înîsîyatîva h’ukumatên Fransîyayê û Mêk’sîkayê, bi hevk’arîya t’evî civaka sîvîl k’ar dike. Nava t’eşkîla koalîsîyayêda 2O welat hene, bona t’ifaqa têk’nolocîya û modêr’nîzasîyayê Ermenîstanê kandîdatîya xwe pêşda k’işandîye.Sê welat wê r’êberîyê t’ifaqê bikin û ew welat Ermenîstan, Fînlandîya û T’ûnîsin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button