H’emû nûçe

H’ukumata Ermenîstanê hevr’axeberdanên pêşda bona destanîna vak’sîna koronavîrûsê derbaz dike: T’orosyan

Li dinîyayê îdî ji sedî zêdetir kandîdatên vak’sînayê hene, yên ku dikarin bibine feydayê dawî.Derheqa wê yekêda,wextê civîna h’ukumatê, wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan gotîye û serda zêde kirîye,wekî h’ukumata Ermenîstanê pêşda hevr’axeberdana t’evî wan t’eşkîleta derbaz dike, yên ku çêkirina vak’sînayêva mijûl dibin. Bi gotina wezîr, qezîya mezin heye, wekî wextê ku vak’sîna hazirbe, welatê hebin, yên ku wê carekêr’a gelekî bik’ir’in.Anegorî qîmetkirinên cûr’e-cûr’e, vak’sînayê h’etanî dawîya salê hazirbe.Wezîr usa jî gotîye,wekî h’etanî çêkirina vak’sînayê lazime qanûna xweykin:maska bidine xebatê û jîyana bip’arêzin.Ewî usa jî gotîye,wekî niha li Ermenîstanê dîfîsîta maska t’une û bahê wan jî k’etîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button