SerekeSîyasî

Nava du h’evtîyada T’irk’îyayê hejmara bazayên xweye li K’urdistanê bi 5O-î selefîva zêde kirîye

Li neh’îyên Zaxoyê, Batifê û Darkarê dengê teyarên t’irka bûne tiştekî herr’oje. Kampanîya T’irk’îyayêye hewê ji 15-ê h’ezîranê destpêkirî, k’îjan dijî PKK-êye, tê mîyaserkirinê.Evê kampanîyayê nava cime’ta li neh’îyên Zaxoyê, Akrayê û Amedîyê tirs pêşda anîye.Hatîye r’agîhandinê,wekî bombebarandin û derbên avîyasîyon nasekinin. Binelîyên gunda bangî h’ukumata herêmê dikin ku r’îya h’elkirina vê konflîktê bibînin.Anegorî înformasîyayên ce’sûsîyê, ji sala 1983-da h’etanî sala 2O2O-î T’irk’îyayê 24 bazayên stratêcî saz kirine.Bi wî cûr’eyî 6O gundên provînsîya Dihokê T’irk’îya bin kontrola xweda xweyî dike.Wextê vê kampanîya dawî, T’irk’îya îdî derbazî neh’îyên başqe bûye û bi k’ûraya 15 kîlomêtra k’etîye wan neh’îya.H’etanî 15-ê h’ezîranê 24 bazayên t’irka li ser têrîtorîya K’urdistanê hebûne, lê nava du h’evtîyên dawîda dîsa 12 bazayên leşkerîye başqe hatine sazkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button