SerekeSîyasî

Nevsên k’urde fermî: T’irk’îya dîsa ava li ser R’ojavayê dide girtinê

Bi gotina nevsên k’urde fermî, T’irk’îyayê dîsa ava ç’emê Firate ku diçe R’ojavayê, daye girtinê.Sedira şêwira komîtêya Sûrîya Dêmokratîk Îlham Ah’medê e’lam kirîye,wekî Enqere bi zanebûn ava Firat dide girtinê, bona ku li Sûrîyayê h’al diha xiravbe.Ew neh’îyên ku bin kontrola hêzên Sûrîya Dêmokratîkdanin, carina r’ûê T’irk’îyayêda bêyî av dimînin.Hatîye r’agîhandinê,wekî r’ûê wê yekêda av gele kêm bûye û ew yek h’ukumî li ser êkonomîkayê û malhebûna gundîtîyê dike.Kêmbûna avê usa jî bona h’alê r’ûê koronavîrûsêda pêşdahatî qezîyaye, çimkî r’ûê kêmbûna avêda merivê nikaribin hercar destên xwe bişon û hîgîyênayê xweykin.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button