H’emû nûçe

Zêdaya êkonomîkîye sala 2O19-a wê bona sala 2O2O-î encamekî başbe

Sala derbazbûyî li Ermenîstanê bona dehsalîya dawî zêdaya êkonomîkîye bi 7,6 selefî pêşda hat.Ew yek tiştekî başe bona berxudana dijî krîzîsa êkonomîkîye r’ûê koronavîrûsêda pêşdahatî.R’eqemên sala pare baş didine k’ifşê,wekî bi saya wê yekê dikarin krîzîsa pêşdahatî alt’kin. Sala 2O19-a kêmbûna bêxebatîyê hatîye k’ifşê û mi’aşa navîn zêde bûye. Bi h’esabhildana h’emû r’eqemên sala par zelal dibe,wekî h’alê krîzîsêyî r’ûê koronavîrûsêda pêşdahatî wê h’ukumê xirab li ser hinek r’eqemên aktîvîya êkonomîkî bihêle.R’oja îroyîn h’ukumat bernama mîyaser dike, nîşangeha k’îjana ew govekên r’îskêne û bona wê yekêne,wekî encamên xirab bêne milahîmkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button