SerekeSîyasî

Îraqê gef xwerine ku wê berbir’î şêwira organîzeya Net’ewên Yekbûîye bêqezîyabûnê û lîga dewletên e’reba bibe bona ku T’irk’îya opêrasîyonên leşkerî bide sekinandinê

Bexda dikare berbir’î şêwira Organîzeya Net’ewên Yekbûîye Bêqezîyabûnê û lîga dewletên e’reba bibe bona ku T’irk’îya opêrasîyonên leşkerîye li ser axa Îraqê bide sekinandinê. Ew usa jî dikare h’ukumê êkonomîkî bide xebatê. Derheqa wê yekêda wekîlê wezîreta Îraqêye k’arên der Ah’med as-Sahaf gotîye.Meha h’ezîranêda, wezîreta Îraqêye k’arên der du cara baylozê T’irk’îyayêyî li Bexdayê gazî li wezîretê kiribû û nota şikyatkirinê dabû.Wezîreta Îranêye k’arên der bangî Enqerê kirîye, ku opêrasîyonên leşkerîye yekalî bidine sekinandinê,û daye k’ifşê,wekî Bexda hazire bona berjewandîyên herdu alîya hevk’arîyê bike.Wek’îlê wezîreta Îraqêye k’arên der usa jî gotîye,wekî Bexda dikare h’ukumê êkonomîkî jî bide k’ifşê.Ewî daye dîyarkirnê,wekî li Îraqê bi deha hevaltîyên t’irkaye êkonomîkî û învêstorîyê hene û zivir’a eşîyaye di navbera herdu welatada salê dighîje 16 mîlîyard dolara.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button