SerekeSîyasî

K’urdistana Sûrîyayê gavên zêde bona pêşîgirtina belavbûna koronavîrûsê diavêje

Admînîstrasîya Bakûr û R’ohilatê Sûrîyayêye otonom, R’ojavayê, qirar kirîye ku gavên berk’ bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê biavêje.Şêwira admînîstrasîyayê r’oja yekşemê qirar pêşda k’işand, k’îjanêda hatîye gotinê, wekî h’emû h’idûdên otonomîyayê wê ji 13-ê tîrmehêda bên girtinê.Ewên ku li ser h’îmê îzindayînên fermî derbazî R’ojavayêbin, gerekê kar’antîna 14 r’ojêr’a derbazbin.Mizgeft, dêr û merk’ezên r’uh’anîye mayîn, usa jî şayî, şîn û berevbûnên başqe wê ji wê r’ojêda bên qedexekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button