H’emû nûçe

We’deye ku gumana ŞAY mîyaserbe: malxwê K’îm dijî T’ramp’ derk’etîye

Malxwê steyrka têlêvîzîyonê, ya ermenîya li Amêrîkayê K’îm K’ardaşyanê, K’anyê Wêst e’lam kirîye wekî meremê wî heye kandîdatîya xwe wextê hilbijartinên serokê Ştatên Amêrîkaêye Yekbûyî pêşda bik’işîne.Ewî derheqa progiramên xweda r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. “We’deye ku em gumanên Amêrîkayê mîyaserkin, bi bawarkirina Xwedê, bi çêkirina pêşer’oja xwe. Wextê hilbijartinên serokê ŞAY, ez kandîdatîya xwe pêşda dik’işînim”,-Wêst nivîsîye. Nava nivîsar û şirovekirinên Wêstda h’îmdarê hevaltîyên Tesla -ê û Spase-ê Îlon Mas piştgirîya xwe e’lam kirîye.Em bêjin K’anyê Wêst nava nivîsara xweda zelal nedaye k’ifşê, ku wextê k’îjan hilbijartina ew hazir dibe kandîdatîya xwe pêşda bik’işîne. Feqet ewî usa daye k’ifşê, ku meriv tê li ser wê fikirê, ku gilî hema derheqa hilbijartinên sala îsalindane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button