H’emû nûçe

Alên li ser h’idûd, yên Ermenîstanê û R’ûsîyayê sîmvola heleqetîyên t’ifaqdarîyêne: Armên Sargsyan

Serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyan h’evtîya derbazbûyî li ser h’idûdê Ermenîstanêye dewletê qesidîye, bi seredan çûye p’areskerên R’ûsîyayêye sînorxweykir, yên ku anegorî peymana Ermenîstanê û R’ûsîyayêye sala 1992-a kontrola h’idûdên Ermenîstanye t’evî T’irk’îyayê û Îranê mîyaser dike. Serokê serwêrtîya sînorxweykirên R’ûsîyayêye li Ermenîstanê, gênêral-lêytênant R’oman Golûbîskî derheqa h’alê li ser sînor r’aber kirîye û derheqa hevk’arîya t’evî binelîyên gundên li wir û hevalk’arên ermenîda daye dîyarkirinê. Armên Sargsyan daye dîyarkirinê,wekî serwêrtîya sînorxweykirên R’ûsîyayêye li Ermenîstanê pirsên pêşîya xwe danî baş h’el dike û bona qulixa baş ewî r’azalixî e’lam kirîye û bona sînorxweykira jî aiçxî xwestine. Sargsyanê serokk’omar gotîye,wekî alên Ermenîstanê û R’ûsîyayêye dewletêye li ser sînor, sîmvola heleqetîyên dostîyê û t’ifaqdarîyêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button