SerekeSîyasî

Li Organîzeya Net’ewên Yekbûyî e’lam kirine wekî DAÎŞ li Îraqê û li Sûrîyayê careke mayîn serî hildide

K’atibê Organîzeya Net’ewên Yekbûyî Antonîû Gûtêrêş e’lam kiîye,wekî t’eşkîleta DAÎŞ-ê dîsa dicêr’ibîne ku şuxulk’arîya xweye li Sûrîyayê û Îraqê careke mayîn destpêke. Bi fikira wî, hela hê zûye ku girêdayî vî h’alîr’a, yê r’ûê nexweşîya koronavîrûsêda pêşdahatî, h’esabên t’am bidin.Ewî daye dîyarkirinê wekî nava vî h’alîda t’eşkîletên têr’orîstîye cuda-cuda dice’dînin hevr’aqayîlnebûna bidine xebatê, ku bighîjine meremên xwe.Gûtêrêş usa jî guhadrî t’eglîfî li ser wê yekê kirîye,wekî têr’orîzmên cûr’ê t’eze pêşda hatine,wextê k’îjana têk’nolocîyên dîcît’al û bîyotêr’orîzmê didine xebatê.Bo wê yekê jî Gûtêrêş bangî welata kirîye, ku şer’k’arîya dijî têr’orîzmê berdewam bikin.Ewî usa jî bang kirîye, ku welat di navbera hevda înformasîya p’evbiguhêr’in, ku bêqezîyabûn nava vî h’alîda bê ç’areserkirinê.Pêşda hatibû e’lamkirinê,wekî DAÎŞ-ê plan kirîye, ku li Îraqê maskên doxtirîyêye bi nexweşîyê belav bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button