SerekeSîyasî

Papê R’omayê piştgirîya înîsîyatîva Organîzeya Net’ewên Yekbûîye girêdayî lihevhatina “koronavîrûsêr’a” kirîye

Papê R’omayê Fransîskos, piştgirîya r’êzolyûsîya şêwira Organîzeya Net’ewên Yekbûîye Bêqezîyabûnê kirîye, ya ku bang dike ku nava h’alê r’ûê koronavîrûsêda pêşdahatî, nava h’emû konflîktada agirbestê e’lamkin. Berî vê yekê bi banga wî cûr’eyî, k’atibê organîzeyê Antonîû Gûtêrêş pêşda hatibû. Ew r’êzolyûsîya r’oja çarşemê hatîye qebûlkirinê.Anegorî wê dokûmêntê, bang tê kirinê, ku h’emû alîyên nava konflîktên sîlih’kirîda, agirbestê e’lamkin û here kêm 9O r’ojî bisekinin, bi wî cûr’eyî mecala bona bêqezîyabûnê û qewînbûnê bo gîhandina alîk’arîya hûmanîtarî sazkin.Papê R’omayê guman e’lam kirîye,wekî ev qirar wê bê mîyaserkirinê, ya ku wê bibe gava e’wline berbi pêşer’oja e’dil.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button