H’ukumata Almanîyayê e’lam kirîye,wekî opêrasîyonên T’irk’îyayêye li K’urdistana Sûrîyayê yên qanûnî nînin û ne anegorî mafê navnet’ewîne.H’ukumata Almanîyayêye Fêdêral bersiva r’esmî daye pirsa Avrîm Zomêra ji partîya Ç’epa, girêdayî opêrasîyona T’irk’îyayêye li bakûr- r’ohilatê Sûrîyaêr’a. Nava bersivêda hatîye gotinê: “Bi fikira h’ukumata fêdêral opêrasîyona t’irkaye li Sûrîyayê nikare çawa ya lêgîtîm bê h’esabê û bik’eve nava doranên qanûnên navnet’ewî”.Ev gotin anegorî fikira komîsîya Bûndêstagêye mexsûse, anegorî k’îjanê dagirkirina t’irkaye li bakûr-r’ohilatê Sûrîyayê dijî qanûnên navnet’ewîye. Bi vê yekêva t’evayî h’ukumatê soz daye ku alîk’arîya fînansî bide t’eşkîletên doxtirîyêye li R’ojavayê, mîlîonek yêvro bide wana, ku ew gavên dijî koronavîrûsê biavêjin.Bi şirovekirina bersiva h’ukumata fêdêral, Avrîm Zomêra parlamênta daye dîyarkirinê: “Em silav dikin,wekî h’ukumatê cara e’wlin li ser dereca bilind e’lam kir,wekî ew t’u me’nîya nabîne, yên ku bikaribin êrîşên t’irka çawa yên lêgîtîm qebûlkin.Ev h’emû tişt bi cûr’ê dîplomatî hatîye gotinê, lê ev yek çawa derba hindava r’êjîma Êrdog’ane”.
Gotarên eynî
Navenda hiqûqê ya Ermenîstanê ji bo sepandina “Cezayên Magnîskîye global” li dijî 40 î zêdetir rayedarên Adirbêcanê erza fermî raber kir
06.05.2024, 17:39
Wezîrê darayî û serokê banka pêşketinê ya Asyayê li ser mijarên hevkarîyên heyî yên bi Ermenistanê re axivîn
06.05.2024, 16:45
Herwiha kontr’ol bike
Close - Nîkol Paşînyan beşdarî merasîma sondxwarina Vladîmîr Pûtîn nabe06.05.2024, 14:29