H’emû nûçe

Ermenîstan dermanê dijî vîrûsê yê bi navê “R’êmdêsîvîr”-ê k’ik’rîye, lê bona “Avîfavîr”-ê hevr’axeberdana derbaz dike

Hevr’axeberdanên t’evî çêkirçîyên dermanên dijî vîrûsê û vak’sînayê berdewam dibin.Wezîrê Ermenîstanêyî saxlemîxweykirinê Arsên T’orosyan e’lam kirîye,wekî hevr’axeberdan bona destanîna dermanên r’ûsîye “Avîfavîr”-ê, yê japonî û r’ûsîye “Favîpîravîr”-ê derbaz dibin. Dermanê japonî îdî stendine û wê zûtirekê bidine xebatê.Dermanê “R’êmdêsîvîr” îdî k’ir’îne û ewê piştî deh r’oja li Ermenîstanêbe. Girêdayî destanîna vak’sînayêr’a jî hevr’axeberdan derbaz dibin, lê ew hela hê êtapa destpêkêdanin û tiştekî konkrêt hê e’yan nîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button