H’emû nûçe

K’îm K’ardaşyanê bangî bi mîlîona piştgirên xwe kirîye, ku li Ermenîstanê piştgirîyê bidine bîznêsa biç’ûk

Steyrka têlêvîzîyonê, bîznêsmên K’îm K’ardaşyanê t’or’ên sosîyalîda bangî bi mîlîona piştgirên xwe kirîye ku piştgirîyê bidine bîznêsa biç’ûke li Ermenîstanê û alîk’arîyê bidine fonda piştgirîya Ermenîstanê. Ewê usa jî navê çend hevaltîya daye, yên ku h’ewcê piştgirîyêne.Fonda piştgirîya Ermenîstanê t’evî fonda “P’aros”-ê înîsîyatîva xwe daye k’ifşê, ku li Ermenîstanê piştgirîyê bidine bîznêsa biç’ûk, ya ku r’ûê h’alê ji nexweşîya koronavîrûsê pêşdahatî zyanê k’etîye. Fonda “P’aros” ji sala 2OO6-da bi pr’ojeyên hûmanîtarî, p’erwerdeyî, çandîva mijûl dibe.Nava 15 salada “P’aros”-ê 2OO pr’ojeyên açix li Ermenîstanê derbaz kirine, ji h’evt mîlîon dolara zêdetir berev kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button