SerekeSîyasî

Mezlûm E’bdî: em R’ûsîyayêr’a p’ev k’etine

Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Me’zûlm E’bdî r’astî fermandarê hêzên R’ûsîyayêye li Sûrîyayê, gênêral Alêk’sandr Çayka hatîye.Derheqa wê yekêda Mezlûm E’bdî r’ûp’elê xweyî T’wîttêrêda nivîsîye û gotîye,wekî pirsên t’omerî, nava wanda t’er’ibandina qayîlnivîsarêye ji alîyê T’irk’îyayêda û kuştina sê jinên k’urde aktîvîst, hatine gotûbêjkirinê. Mezlûm E’bdî bona ce’dandinên Alêk’sandr Çayka bo h’elkirina pirsgirêkê r’azalixî e’lam kirîye û daye dîyarkirinê,wekî ew p’ev k’etine ku dereca koordînasîyayê bidine bilindkirinê û t’evayî bixebitin.Em bîr bînin,wekî T’irk’îyayê nehê cotmeha sala 2O19-a, êrîş bire li ser R’ojavayê û bajar’ên Serê Kanîyê, Girê Sipî hildane bin kontrola xwe.Piştî êrîşa li ser R’ojavayê, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî û R’ûsîyayê du qayîlnivîsarên cuda t’evî T’irk’îyayê îmze kirin.Anegorî qayîlnivîsarê, ew gihîştine agirbestê û êrîş hate sekinandinê.Cara e’wlin R’ûsîya k’ete R’ojavayê,bi qayîlîya t’evî hêzên Sûrîya Dêmokratîk. Feqet hêzên Sûrîya Dêmokratîk îdî çendik-çend care dibêjin,wekî T’irk’îya û k’omên wanva girêdayî qayîlnivîsarê dit’er’ibînin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button