Fonda xêrkirinêye bi navê “Barzanî” e’lam kirîye,wekî wê alî sûka malhebûna gundîtîyê bike, çimkî ew govek r’ûê belavbûna koronavîrûsêda zyanê k’etîye. Sînorên K’urdistanê t’evî welatên cînar û provînsîyayên Îraqê h’etanî niha girtîne, r’ûê çida fêrmêrên K’urdistanê nikarin eşîyayên xwe bifroşin, bi t’aybetî tomatê.R’oja sêşemê fondê e’lam kirîye,wekî wê ji 2OO tonna zêdetir wî r’ezî bik’ir’e û wê wana li qamp’ên mihacira, nava doranên şuxulk’arîya hûmanîtarîda belav bike.Hatîye dîyarkirinê,wekî wek’îlên fondê, wê r’astî wek’îlên dêpartmênta malhebûna gundîtîyê bên, bona derheqa bihada xeberdin.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close