Civak

Kampanîya avîasyone «Fly Armenia Airways» dikeve sûka ermenî

Bi stendina nasnama xwe, ya  ji komîtêya Ermenîstanêye avîasîya sîvîl,  «Fly Armenia Airways» şa ye ku wê bikeve nava sûka ermenî. Derheqa wê yekêda ji hevaltyê ragîhandine. Hevaltiyê daye dîyarkirinê, wekî hevaltî ji pêşekzanên ermenîye cêribandî hatiye sazkirinê. Dikevine nava qulixdarîyê xwerina belaş, bagaja belaş û zarokên hetanî dusalî jî dikarin belaş herin û bên. Teyarên hevaltîyê Boeing 737 in û ew pêşda têra dibînin firînên berbi Rûsîayê, Avropayê û Rojhilata Navîn teşkîl bikin, lê paşê ewê berbi Los Ancêlêsê, Pêkînê û Şanhayê jî bêne teşkîlkirinê. Hevaltî çawa hevaltiya Ermenîstanê û Dîasporayê xwe raber dike.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button